A. R. Rahman
Allah Rakha Rahman (bi zimanê tamîlî: ஏ. ஆர். ரஹ்மான்; * 6ê kanûna paşîn a 1966 li Madrasê, îro Chennai, Tamil Nadu, Hindistan) hunermendekî hîndî ye. Ew bi taybetî muzîka fîlman çêdike.[1] Jiyanê wîRahman li welatê xwe Hindistanê de stêrkekî mezin e û lewma konserên mezin lidardixe. Bi taybetî stranên wî yen ku ji bo fîlmên Bollywoodê û yên bi tamîlî hatine amadekirin nas in. A. R. Rahman wekî hîndû jidayikbû lê di sala 1989ê de ola xwe veguherande Îslamê, nava xwe yê berê A. S. Dileep Kumar jî kir A. R. Rahman.[2] Xelatên wîA. R. Rahman xelatên National Film Award, Filmfare Award, Star Screen Award, Zee Cine Award û IIFA Award stend. Di sala 2009ê de ji bo muzîka fîlma sînemayê a bi navê Slumdog Millionaire wî xelata Golden Globe Award, xelata îngîlizî ya BAFTA Award, du xelatên Oscare ji bo "bastirîn muzîka fîlman" û ji bo "bastirîn stranê fîlman" („Jai Ho“) stend. Lîsteya fîlmên ku wî muzîka wan amadekirîye
Çavkanî
Information related to A. R. Rahman |
Portal di Ensiklopedia Dunia