Navenda PEN a Kurd
Navenda PEN a Kurd, ango PENa Kurd yekîtiyeke nivîskar û rewşenbîrên kurd e ku ji bo bihêzkirina wêje û zimanê kurdî dixebite. Beşeke ji PENa Navneteweyî ye û ji sala 2013an û vir de di komîteya nûhilbijartî de nûneriya xwe ya her çar perçeyên welêt û zaravayên zimanê kurdî tê de reng girtine û sê jin di komîteya birêveber a giştî de cih girtine. Di 2013an de serokê PENa Kurd a Amedê Şêxmûs Sefer e. Dîroka PENa KurdPENa Kurd li EwrûpayêNavenda PEN a Kurd ji aliyê Hüseyin Erdem hat damezrandin. Endamen ewil Hüseyn Erdem, Yayla Mönch-Bucak, Abdurrahman Nakshabandy, Hüseyn Kartal, Emine Erdem, Haydar Işik û Mehmet Uzun bûn. Serokê navenda PEN a kurd Dr. Zerdeşt Haco bû.[1] PENa Kurd li Amedê û Komeleya Nivîskarên KurdPENa Kurd a Amedê di sala 2004an de, li Amedê hate avakirin, lê ev avakirin her çiqas bi daxwaza Navenda PENa Kurd pêk hatibe jî, ne bi destûra PENa Navnetewî pêk hatiye û endamiya wan hêj jî nehatiye pejirandin. Daxwaznameyên serîlêdana endamiya PENa Kurd a Amedê dê di sala 2006an de ji aliyê PENa Navnetewî ve were nirxandin. Di sala 2006an da ev daxwaz nehate pejirandin. Ji lewre, vê rêxistina li Amedê navê "PEN" ji ser xwe rakir û tenê wek Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Amedê û paşê Komeleya Nivîskarên Kurd hat binavkirin. Çavkanî
Girêdanên derve
Information related to Navenda PEN a Kurd |
Portal di Ensiklopedia Dunia