Lîsteya Sor a IUCNLîsteya Sor a Cureyên bi Metirsiya Nemabûnê yan jî Lîsteya Sor a IUCN li cîhanê ji bo zanyariya di derbarê ajal û riwekan de ya herî berfireh e. Di sala 1963yan de hatiye damezrandin û IUCN kurtebira International Union for Conservation of Nature a bi îngilîzî ye ku bi kurdî Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ye. Weşana 2006anLîsteya Sor a 2006an bi 40.168 cure û 2.160 bincure, cureyên binê avê, bingelheyan hate weşandin. Ji van hemû cureyan 16.118 weke cureyên di bin metirsiyê de hatine ragihandin. Ji wan 7.725 ajal, 8.390 riwek û sê ji wan kuv bûn. Di vê weşanê de li ser weşana 2004an guhertin nehate kirin û 784 cureyên ji sala piştî zayînê (PZ) 1500'î ve ji bo nemabûnê lîste hatiye çêkirin. Ev ji lîsteya 2000'î 16 cure bêhtir in. Her sal cureyên nemabûyî tên dîtin an jî dibine fosîl û di nav kategoriya bê agahî de tên lîstekirin. Di sala 2002an de cureyên nemabûyî weke 759 hatiye ragihandin lê ev hejmar her sal zêde dibe.[1] Weşana 2007anLîsteya Sor a 2007an di 12ê îlonê de hate weşandin. 16.306 cure weke di bin metirsiya nemabûnê de hatin eşkerekirin ku ev hejmar ji sala 2006an 188 cure bêhtir bû.[2] Weşana 2008anLîsteya Sor a 2008an di 6ê çiriya pêşîn de li Barselonayê hate weşandin. Hate ragihandin ku ji çar guhandaran yek di bin metirsiya nemabûnê de ye.[3] Ev agahî jî dide zanîn ku li cîhanê 1.141 cureyên ji 5.487 guhandaran di bin metirsiya nemabûnê de ne. Kategorîkirin
Kategorîkirina 1994anDi kategorîkirina 1994an ″Xetereya Kêm″ ango Lower Risk bi sê binkategoriyan hatiye lîstekirin.
Çavkanî
Information related to Lîsteya Sor a IUCN |
Portal di Ensiklopedia Dunia