Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke xweser a defakto ya li bakur rojhilatê Sûriyê ye.[10][11] Ew ji herêmên Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Minbic, Efrîn û Dêra Zorê pêk tê.[10][12][13] Rêveberiya xweser di sala 2012ê de di çerçoveya şer û pevçûnên li Rojavaya Kurdistanê, şerê navxweyî yê li seranserê Sûriyê û metirsiya Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) xweseriya xwe ya defakto bi dest xist. Rêveberiya xweser xwe weke parçeyeke Sûriya nû dibîne û ala nû ya Sûriyê jî bi awayeke fermî qebûl dike.[14] Ew ji bo paşeroja Sûriyê sîstema nenavendî û dewleteke yekparçe diparêze û xwe ji bo Sûriya nû modelek dibîne.[15][16][17] Ji aliyê çavkaniyên cuda ve jî rêveberiya xweser weke sîstema herî demokratîk li Sûriyê tê binav kirin, bi hilbijartinên vekirî yên rasterast, wekheviya civakî, rêzgirtina mafên mirovan li herêmê û parastina mafên hindikayiyên etnîkî û dînî.[18] Nifûsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, ku digihêje 4,6 milyonan, xwedî civateke piretnîkî û pirdînî ye. Tê de ereb, kurd, suryanî, Mihellemî, tirkmen, ermenî, çerkez û êzdî bi awayekî aştiyane jiyaneke ewle û hevbeş derbas dikin.[10][11] Zimanên fermî yên rêveberiyê zimanê kurdî, erebî, suryanî û tirkî ne. Ji ber polîtîkaya xwe ya gerdûnî ya demokratîk, domdar, laîk, piralî, wekhev û femînîst rêveberiya xweser bi partî û rêxistinên navneteweyî re di diyalogê de ye û piştgirîyeke berfireh dibîne.[19][20][10][21][22] Di heman demê de, rêveberî ji ber operasyonên leşkerî yên Tirkiyê, ku heta niha hin herêm dagir kiriye, û êrîşên serhildêrên îslamîst ên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin, dikeve metirsiyê.[23][24][25] RûerdRêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve nav herêma ku ji aliyê kurdan ve weke Rojavaya Kurdistanê tê binav kirin. Ev herêm îro beşek ji Sûriyê ye. Mezinahiya wê li dora 31.000 km² ye.[çavkanî hewce ye] Yek ji taybetiyên erdnigarî yên herêma Rojavaya Kurdistanê ev e, ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ber bi rojhilat ve zirav û dirêj e, û her ku diçe qad û çarçova wê berfireh dibe. Mirov dikare avhewaya herêmê bike du beş.
Herêm ji Çiyayê Gewr dest pê dike û heta herêma Efrînê û Çiyayê Kurmênc tê. Çiyayê Kurmênc 1200 m bilind e. Ji çiyayê Kurmanc heta Kobanî, axa Kurdistanê teng e û ereb li vê deverê dijîn. Li herêma bajarê Kobaniyê axa Kurdistanê dîsa fireh dibe û kurd li ser axa xwe dijîn. Qamişlo û Nisêbîn yek bajar in, lê di navbera Tirkiyeyê û Sûrî de hatine dabeşkirin. Qamişlo di desthilatdariya Sûriyê û Nisêbîn jî di bin destê Tirkiyeyê de maye. Hûn di wêneyê de li Nisêbînê ala tirkan û li Qamişloyê jî ala Sûriyê dibînin. Herêmên rêveberiya xweserDi 21ê kanûna paşîn a 2014an de Rêveberiya xweser bi herêmên ku ji çeteyên DAIŞê hatine rizgarkirin hate demezrandin, ku nav û sîstema "kantonan" li wan hate dayîn. Bi pêvajoya şerê navxweyî yê Sûriyê re, navê kantonan wek "herêm" hate guhertin û herêm bi xwe jî rastî hin gurhertinan hat. Bingehên rêveberiyêRêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destpêkê de ji sê kantonan pêk dihat û paşê herêmên ku ji çeteyên DAIŞê hatine rizgarkirin, lê hatin zêdekirin. Kantona pêşî ya ku di 21ê kanûna paşîn de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Cizîrê bû. Kantona duyem ku di 27ê kanûna paşîn a 2014an de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Kobaniyê bû. Kantona sêyem jî, ku rê veberiya wê di 29ê kanûna paşîn a 2014an de hat ragihandin, Rêveberiya xweser a kantona Efrînê bû. Ji 30ê gulanê heta 12ê hezîranê 2016an, herêma Mabuk ji destê çeteyên DAIŞê hate rizgarkirin û bû Kantona 4emîn a bi navê Kantona Şehbayê. Her herêm rêveberiyên wan û hikûmeta wan hat avakirin û ragihandin, da ku herêman bi awayeke federal bi rê ve bibin. Ji bo ku rêveberiya xweser bixebite, saziyên civatî ên rêveberinê, perwerde û çandê û hwd, hatin avakirin. Bi vî rengî piştî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herêma rojavayê Kurdistanê û avakirina rêxistina xweser, bû duyemîn herêm ku kurdan bi destê xwe li wan rêveberiya xwe cewherî ava kirin. Bersiva welatên cîranDi destpêkê de dewletên cîran ên wek Tirkiye komên îslamîst ên tundrew organîze kirin û êrîşî herêmê kirin. Li ser vê yekê hemû deriyên alîkariyê yên li sînor hatin girtin. Dorpêç û ambargoyeke cidî li ser rojavayê Kurdistanê hate danîn. Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê jî tevlî van ambargoyan bû: Deriyên sînor ên ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve diçûn, weke “Deriyê Selmalka”, hatin girtin û destûr nehate dayîn ku mirov derbasî rêveberiya xweser bibin û alîkariya mirovî bikin. Derî tenê ji penaberên ku ji Rojavayê reviyan û koçber bûne re hate vekirin. Dîrok
Herêma rojavayê Kurdistanê beşek ji Hîlala Berhemdar e û şûnwarên arkeolojîk ên mîna Til Xelef dihewîne, ku digihêje heta serdema neolîtîk.[26] Di demên kevnare de ev herêm bi Împeratoriya Mîtanî ya li Geliyê Xabûr ve girêdayî bû û paşê kete bin desthilatdariya Împeratoriya Asûr.[27] Qeydên dawî yên împaratoriya Asûrî ji serdema navbera 604 BZ û 599 BZ ne û li bajarê asûrî Dûr-Katlimmu hatine dîtin.[28] Paşê, herêm di bin serweriya împaratorî û xanedaniyên cuda de bû, di nav wan de Hexemenî, paşgirên Helenîstîk ên Îskenderê Makedonî, Xanedaniya Artaksiad ya Ermenistanê, Romaya kevnare, Parsî (Parthia), Sasaniyan û Bîzansiyan û her weha xelîfeyên îslamî yên ereban.[29] Di van serdeman de komên etnîkî yên cuda li herêmê bi cih bûne û di encamê de nifûs hatine guhertin. Eşîrên ereb bi hezaran sal in li herêmê hene. Di bin Împeratoriya Seleukiyan de (312–63 BZ), komên şervan ên ereb û belkî kurd weke koloniyên leşkerî li herêmê hatine bicih kirin. Di destpêka sedsala 9an de, herêm ji hêla ereb, asûrî, kurd, eşîrên tirk û komên din ve tê niştecîh kirin. Eşîrên kurdan gelek caran wek kirêt xizmet dikirin û li cihên leşkerî li çiyayên bakurê Sûriyê bi cih bûbûn. Damezrênerê Xanedana Eyûbiyan Selahedînê Eyûbî, ji malbateke kurd a herêmê hatiye.[30] Di bin desthilatdariya Selahedîn de koçberiya girseyî ya eşîrên tirkan pêk hat, ku bû sedema nakokiyên bi kurdan re û wêrankirina çend civakên kurdan. Di dema Împeratoriya Osmanî de (1516–1922) eşîrên mezin ên kurdîaxêv ji Anatolyayê hatin sirgûnkirin û li herêmê bi cih bûn. Di sedsala 18an de pênc eşîrên kurdan li herêmê hebûn.[31] Di destpêka sedsala 20an de li herêmê guhertinên demografîk ên girîng hatin dîtin. Di nijadkujiya ermenî û suryaniyan de (1914-1920) gelek ermenî û suryanî reviyan herêmê û bi giranî li herêma Cezîrê bi cih bûn. Ji sala 1926an û pê de, piştî têkçûna Serhildana Şêx Seîdê Pîranî ya li dijî desthilatdarên tirk, koçberî zêdetir bû.[32][33] Gelek kurdên ku bi sedsalan li Sûriyê dijiyan û kurdên bakur, yên ku xwe spartine Sûriyê, ji aliyê desthilatdarên fransî ve mafê hemwelatiyê wergirtin.[34][35] Di salên 1920î de, derdora 20.000 kurdên bakur li parêzgeha Cizîra Sûriyê bi cih bûn: Di wê demê de nifûsa Cizîrê derdora 100.000 bû û di nav wan de nifûsa xiristiyan (suryanî, ermenî, asûrî) û ereban jî hebûn.[36] Serxwebûna Sûriyê û desthilatdariya Partiya BeesPiştî serxwebûna Sûriyê, siyaseta neteweperestiya erebî û hewlên erebkirina bi darê zorê li herêmê belav bû, û di serî de gelê kurd hedef girt.[37][38] Herêm kêm razemenî û pêşkeftin wergirt, di heman demê de gelek mafên kurdan bi awayeke qanûnî hatin binpê kirin. Di warên wek xwedîkirina milk, ajotina otomobîlan û di warê kar û xebatan de kurd gelek kêmasî û zordarî didîtin.[39] Piştî derbeya Partiya Bees a di sala 1963an de, zimanên ne-erebî li dibistanên fermî hatin qedexekirin û ev yek bandorê li perwerdeya hindikahiyên weke kurd, tirkmen û suryaniyan kir. Hin komên wek ermenî û çerkez karîbûn dibistanên taybet ava bikin, lê dibistan û perwedehiya bi zimanê kurdî dihatin qedexekirin.[40][41][38] Gelek nexweşxane yên herêmê ne xwedî bijareyên nûjen ên dermankirinê bûn, lewma nexweş neçar mabûn ku biçin herêmên din.[41] Di salên 1960î û 1970î de gelek navên erdnîgarî hatin erebîkirin. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hikûmeta Sûriyê siyaseta cudakariya etnîkî û çewsandina netewî li dijî kurdan dimeşîne. Yek ji tedbîrên giran hên li dijî kurdan serjimêra sala 1962ê bû, ku di encamê de 120.000 kurd hemwelatiya xwe winda kirin û bêwelat bûn.[38] Di sala 2010ê de, Human Rights Watch hejmara kurdên bêdewlet 300.000 texmîn kiribû.[42] Di sala 1973ê de hikûmeta Sûriyê 750 kîlometre çargoşe erdên çandiniyê li herêma Hesekê desteser kir û radestî malbatên ereb kir. Ev tedbîr beşek ji destpêşxeriya "Kembera Erebî" bû, ku armanca wê guhertina pêkhateya demografî ya herêmê bû. Bertekên partiyên kurdî li hember siyasetên rejîma Bees cuda bûn: hinekan li ber xwe dan, hinekan jî hewl dan guhertinên di nava sîstemê de pêk bînin.[43] Partiyên ku hindikahiyên etnîkî an dînî temsîl dikirin, destûrê nestandin ku beşdarî hilbijartinan bibin.[44] Lê carinan siyasetmedarên wan wekî endamên serbixwe dihatin pejirandin.[37] Bi vî havî siyasetmedarên kurd di hilbijartinên 1990î de hin kursî bi dest xistin. Piştî mirina Hafiz El-Esed û bijartina kurê wî Beşar Esed, hejmara karbidestên kurd zêde bû, lê herêmên kurdî hê jî dihatin îxmal kirin. Nasnameya kurdî ji aliyê hikûmeta Beesê ve bi awayekî fermî dihat tepisandin, lê Sûriyê di salên 1980î de destûr da PKKê ku li herêmê kampên perwerdeyê ava bike. PKKê bi taybetî bandor li Kurdên li herêma Efrîn û Kobanî kir û nasnameya kurdayetiyê pêş xist, lê li herêma Hesekê kêm ma, ji ber ku partiyên din ên kurdî li wir xwedî bandorek zêdetir bûn. Gelek kurdên Sûriyê sempatî bi PKKê re kirin û beşdarî serhildana wê ya li Tirkiyê bûn. Nêzîkbûna di navbera Sûriye û Tirkiyê de bû sedema derxistina PKK ji Sûriyê di sala 1998an de, lê komê hebûna xwe ya veşartî domand.[45] Di sala 2002 de, PKK û hevalbendên wê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ava kirin, ku fikrên Ocalan li gelek welatên Rojhilata Navîn, di nav wan de Sûrî jî, bi cih anîn. Di sala 2003ê de, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat damezrandin û yekîneya wê ya paramîlîter bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat avakirin, lê yekîne ne çalak bû.[46] Xweseriya defakto û şerê li dijî DAIŞêDi sala 2011an de li Sûriyê serhildaneke gel dest pê kir û bû sedema reformên bilez ên hikûmetê. Serokê Beşar Esed mafê welatîbûnê da nêzîkî 220,000 welatiyên Kurd. Lê bi zêdebûna şerê navxweyî, opozisyona Sûriyê çend herêm kontrol kirin. Di nîvê sala 2012ê de, hukûmetê leşkerên xwe ji sê deverên ku piranî Kurd lê dijîn vekişand û kontrola xwe ji mîlîsên herêmî re hişt.[47] Ev yek weke hewldaneke rejîma Esed hat dîtin, ku gelê Kurd ji serhildanê dûr bixe. Di encamê de, partiyên kurdî yên heyî PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîiyê li hev kirin û Komîsyona Bilind a Kurd (KBK) ava kirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo parastina herêmên kurdî ji nû ve hate avakirin û wan di sala 2012ê de bajarên wekî Kobanî, Amûdê û Efrînê xistin bin kontrola xwe. Di demeke kurt de deverên Dêrik, Serê Kaniyê û hinek deverên Hesekê û Qamişlo jî ketin nav.[48][49] Di vê demê de YPG û yekîneya wê ya jinan YPJ li dijî Artêşa Azad a Sûriyê û çekdarên îslamîst yên weke Eniya El-Nusra şer kirin. Di sala 2013ê de, PYDê destûrek ji bo "herêma xweser a kurdên Sûriyê" derxist ku ji aliyê opozîsyona Sûriyê ve bi tundî hatibû rexnekirin. Di Çileya 2014ê de sê herêman xweseriya xwe weke kanton îlan kirin: Efrîn, Cezîre û Firat.[50] Destûra Bingehîn a demkî hate derxistin lê wekî neqanûnî û otorîter hatibû red kirin. Piştre destûr hate guherandin. Di payîza sala 2014an de YPGê bi piştevaniya komên leşkerî yên herêmî û dilxwazên navdewletî di dema dorpêçkirina Kobanî de DAIŞê têk bir. Ev yek bû sedem ku di navbera YPG û DYAyê de hevkariyek çêbibe û ev yek jî bû sedema nîgeraniya Tirkiyê, ji ber ku Tirkiye naxwaze kurd rêveberiyên xweser bidest bixin. Di Kanûna 2015ê de Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate avakirin û di sala 2016ê de “Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyê” hate îlankirin.[51] Ev daxuyanî hem ji aliyê hikûmeta Sûriyê û hem jî ji aliyê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ve rastî nerazîbûnê hat.[52] Di adara 2016ê de destûreke nû hat amadekirin, ku dê avahiyeke siyasî ya berfirehtir biafirîne, ji bo yekkirina herêmên bi dest xistî û temsîlkirina hemû komên etnîkî yên li herêmê.[53][54] Di Kanûna 2016ê de makezagonek nû hate qebûlkirin, ku navê herêmê kir “Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê”. Navê “Rojava” ji magezakonê hate derxistin.[55] Operasyona leşkerî û dagirkeriya dewleta tirkJi sala 2012ê ve Tirkiye bi fikar li hebûna YPGê ya li sînorê xwe yê başûr dinêre, ji ber ku ew wê bi nêzîkbûna PKKê tohmetbar dike.[56] Dema YPGê li dijî DAIŞê bi DYAyê re hevkarî kir, fikarên Tirkiyeyê hebûn. Di dema dorpêçkirina Kobanî de, Tirkiyê alîkariya YPGê red kir. Ev yek bû sedema nerazîbûn aloziyên mezin ên kurdan û pêvajoya aştiyê ya di sala 2015an de bi dawî hat. Di medyaya Tirkiyê de antî-propagandayeke mezin hat kirin û heman tohmetên li dijî PYDê hatin dubarekirin.[57] Ev yek ji bo dagirkirina herêmên kurdî yên Bakurê Sûriyê weke hincetek hat bikaranîn. Wek encam, Tirkiyê di sala 2016ê de “Operasyona Mertalê Firatê” da destpêkirin ji bo rêgirtina li girêdana Efrînê bi herêmên din ên Rojava re. HSDê piştre beşek ji herêmê radestî hikûmeta Sûriyê kir weke tamponek li dijî Tirkiyê.[58][59] Di sala 2018ê de “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” hate dest pê kirin û di wê operasyonê de Tirkiyê Efrînê dagir kir û zêdetirî 100 hezar sivîl koçber kirin.[60] Di sala 2019ê de “Operasyona Kaniya Aştiyê” hate destpêkirin, piştî ku hêzên DYAyê bi fermana Donald Trump ji herêmê vekişiyan, û wek encam Tirkiyê bajarên sînorî yên wek Ras al-Ayn û Tell Abyad bi dest xist.[61] Ev vekişandina hêzên DYAyê di qada navneteweyî de bi tundî hate rexnekirin û weke xiyaneta li Kurdan hate binavkirin. Civaka navneteweyî ev êrîş şermezar kir, û binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê leşkerên Tirk ve jî hatin protesto kirin.[62][63] Êrîşan naskirina cîhanî û rewabûna rêveberiya xweser a kurd li Sûriyê zêde kir. Di heman demê de, ev bûyer bûn sedema alozî di navbera PKK û PYDê de.[64] PYD dixwaze otonomiya herêmê biparêze, hevalbendiya Amerîkayê bidomîne û Tirkiyê weke muxatab qebûl dike ji bo lihevhatineke aştiyane. Hilweşîna rejîma EsedDi dema êrîşên hêzên HTŞê yên mijdara 2024an de, ku rêjîma Esed hilweşand,[65] HSDê bajarê Dêrezorê li başûrê rojhilat xiste bin kontrola xwe[66] û ji herêma Minbicê li rojavayê Feratê vekişiya[67]. HSDê paşê ji Dêrezorê jî vekişiyan û bajar ji aliyê hêzên HTŞê ve bi lez hat dagirkirin.[158] Di 12ê Kanûna 2024ê de, rêveberiya xweser ragihand ku ew ala şoreşa Sûriyê wek ala xwe ya fermî qebûl kiriye.[68] SiyasetSîstema siyasî ya herêmê xwe dispêre "Metna Peymana Civakî", ku di 9ê Çileya 2014ê de hat erêkirin.[69] Ew mafên bingehîn ên niştecîhan garantî dike, nemaze wekheviya zayendî, azadiya dînî û mafên milkiyetê.[70] Sîstema hikûmetê demokrasiya rasterast hewl dide. Dîplomatê berê Carne Ross di sala 2015ê de ragihand ku rêxistina herêmê bêyî hiyerarşiya navendî an serokek yekane dimeşe, û li şûna wê ji gelek komên cuda yên ku hevgirtî ne pêk tê. Lêbelê, raporek Chatham House ya 2016an diyar kir ku hêz bi giranî di destê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ye, û li herêmê civak û siyaset bi îdeolojiya konfederalîzma demokratîk ya Abdullah Öcalan ava bûye.[71] Ji bilî partiyên TEV-DEM û KNC, komên din ên siyasî jî hene, wek Partiya Demokratîk a Suryaniyan, ku bi awayekî aktîf di rêveberiyê de cih digirin.[72][73] Siyaseta herêmê wek azadîxwaz û pirneteweyî tê binavkirin, lê di heman demê de di bin bandora pêkhateyên cuda yên etnîk, mezhebî û baviksalar de ye. Li herêmê siyaseta hevserokatiyê tê meşandin, lewma her ofîs bi nûnertiya jin a wekhev re jî tê.[74] Hewldanên ji bo wekheviya siyasî ji bo hemû komên etnîk û dînî hene û lewma kurd, ereb û suryanî jî di nav rêveberiyê de ne. Ev polîtîka dikare bi sîstema mezhebî ya li Lubnanê re bê muqayesekirin.[75][76] Qamişlo di destpêkê de paytexta defakto ya rêveberiyê bû, lê piştre Ayn Îsa wek paytexta nû hate îlan kirin.[77] Kanton: Herêmên rêveberiyêDi xala 8’an a destûra sala 2014’an de wiha hate gotin:
Kanton piştre ji nû ve hatin birêxistinkirin û bûn herêmên bi navçe û komunên girêdayî wan. Di 22ê îlona 2017ê de yekemîn hilbijartinên herêmî hatin kirin. Dû re hilbijartinên meclîsên Herêma Cizîrê, Firatê û Efrînê di Kanûna 2017an de hatin lidarxistin.[78] Di hilbijartinên ku ji aliyê Komisyona Bilind a Hilbijartinan a herêmê ve hatibûn organîzekirin de, 12 hezar û 421 berendam ji bo 3 hezar û 700 postên komînal ketin rikeberiyê.[79] Piraniya herêma Efrînê di destpêka sala 2018an de ji aliyê hêzên ser bi Tirkiyê ve hatibû dagirkirin, û dabeşkirina wê ya îdarî ji Tell Rifatê berdewam kir.[80][81] Di 6ê îlona 2018ê de li bajarê Eyn Îsayê di civîna Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de navekî nû ji bo herêmê hate qebûlkirin û wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat gihertin, ku herêmên Firat, Efrîn, Cezîrê û meclîsên sivîl ên xwecihî li herêmên Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrezorê dihewîne. Di civînê de “Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” ku ji 70 kesan pêk tê, hate avakirin.[77] Lîsteya herêman (berê kanton)Berê ji herêmên serbixwe re kanton dihate gotin, û îro ew wekî "herêm" têne binav kirin.
Mecîsa Sûriya Demokratîk (MSD)
Meclisa Sûriya Demokratîk an MSD baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Armanca bingeh a MSDê pêkanîna sîstema piralî, demokratîk û nenavendî ji bo tevahiya Sûriyê ye. Di Kanûna 2015ê de, di civîneke nûnerên herêmê de li Dêrikê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate damezrandin, da ku ku nûnertiya siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike.[82] Hevserokên ku di damezrandina MSDê de ji bo rêbertiya wê hatin hilbijartin, çalakvana navdar a mafên mirovan Heysem Manna û endama Desteya Rêveber a TEV-DEMê Îlham Ehmed bûn.[83][84] MSD Encumena Birêvebir destnîşan dike, ya ku bi aborî, çandinî, çavkaniyên xwezayî û karûbarên derve re mijûl dibe.[85] Hilbijartinên giştî ji bo salên 2014 û 2018an hatibûn plankirin,[85] lê ji ber şer û pevçûnan hatin paşxistin. GelhenasîDemografiya herêmê di dîrokê de pir cihêreng bûye, di sedsalên dawî de çendîn guhertinên girîng di rêjeyên piranî û hindikayî de çêbûne.[31][86][87] Wek mînak, parêzgeha Hesekê di eslê xwe de erebên koçer û bicihbûyî bûn.[88][89] Piraniya nifûsa kurdên herêmê di sedsala 20an de ji Tirkiyê hatine.[90] Di destpêka sedsala 20. de ji ber qirkirina Asûrî û Ermeniyan guhertineke girîng pêk hatiye, dema ku gelek suryanî û ermenî ji Tirkiyê reviyane Sûriyê. Di salên 1920an de, piştî serhildanên têkçûyî yên kurdan li Tirkîyeya kemalîst, gelek kurd hatine Sûrîyê û bi taybetî li herêma Cizîrê bicih bûne. Tê texmînkirin ku derdora 25,000 kurd reviyane Sûriyê û li wir di bin desthilatdariya Fransayê de hemwelatiya Sûriyê wergirtine.[91] Li gorî raporên fransî, berî sala 1927an li Cîzîrê herî zêde 45 gundên kurdan hebûn. Di sala 1929an de pêleke din a penaberan hat û bi vî awayî hejmara gundên kurdan di sala 1939an de gihîşte 700 heta 800an.[87] Di sala 1930ê de Sir John Hope Simpson jimara kurdên Cizîrê texmîn kir û diyar kir ku li gorî wî ji 100.000 rûniştvan 20.000 kurd in. Di sala 1953an de, hejmara giştî ya bajarê Cizîrê 146.000 kes bû, ku ji wan %41 kurd bûn, %34 erebên koçer û çaryeka nifûsê jî xiristiyan bûn. Di bin desthilatdariya Fransayê de, kurdên ku nû hatibûn mafê hemwelatiyê wergirtin û bû xwedî mafên girîn, ji ber ku rayedarên Fransî otonomiya hindikayiyan di çarçoveya stratejiya xwe ya "parçe bike û hukum bike" dimeşandin. Ji sala 1945 heta 1961, pêla herî mezin a koçkirina kurdan ji Tirkiyê hat û di navbera salên 1954-1961 de hejmara nifûsa parêzgeha Hesekê ji 240.000 bû 305.000. Ji bilî koçberiya kurdan, hikûmeta Sûriyê siyaseteke erebkirinê da destpêkirin: 4,000 malbatên Ereb ji herêmên bendava Tebqayê yên ku di bin avê de man, hatin derxistin û li Reqa û Helebê li gundên nû yên parêzgeha Hesekê hatin bicih kirin. Guhertineke din jî di bin desthilatdariya Beesê de pêk hat, ku teşwîq kir ku erebên din li bakurê Sûriyê bi cih bibin û kurdên herêmî derxistin. Di dema Şerê Navxweyî yê Sûriyê de, gelek penaber reviyan bakurê welêt, ku di nav wan de welatiyên ereb ên Iraqê jî hebûn. Ji Çileya 2018an pê ve tenê du milyon kes di bin rêveberiya herêmê de mane, û ji destpêka şerê navxweyî û vir ve derdora nîv milyon kes ji ber zehmetiyên aborî yên li herêmê koçber bûne. Di encama şerê navxweyî de, texmînên li ser pêkhateya etnîkî ya Bakurê Sûriyê gelek cuda ne. Hinek behsa piraniyeke kurd û hindikahiyeke Ereb dikin, hinek jî kurdan weke hindikahiyeke biçûk nîşan didin.[92][37] ZimanZimanê ku zêde tê axaftin zaravayê kurmancî ya zimanê kurdî ye. Lê zimanê erebî, asûrî û hwd jî li herêmê dihên axaftin. Derbarê rewşa zimanên cuda li herêma xweser de, "Peymana Civakî" destnîşan dike ku "Hemû zimanên li Bakurê Sûriyeyê di hemû warên jiyanê de wekhev in, di warê civakî, perwerdeyî, çandî û îdarî de. Her gel bi zimanê xwe yê zikmakî jiyana xwe birêxistin bike û kar û barên xwe bi rê ve bibe."[93] Di pratîkê de, erebî û kurmancî bi piranî li hemû waran û ji bo piraniya belgeyên fermî tên bikaranîn. Zimanê suryanî bi giranî di Herêma Cizîrê tê bikaranîn, û li cihên cûr bi cûr li hemû deveran. Çar zimanên sereke yên ku li Bakurê Sûriyê tên axaftin ev in û ji sê malbatên zimanên cuda ne:
Ji bo van her çar zimanan sê tîpên cuda li Bakurê Sûriyê têne bikaranîn:
Li herêmê rojname, radyo û TVyên bi van zimanan hene. DînDînên ku li herêmê dijîn, weke dînên sereke Îslam, êzîdîtî û xiristiyanî ye. Piraniya gelên ereb û kurd li bakurê Sûriyê girêdayî Îslama sunnî ne, lê gelê Asûrî bi giştî suryanî-ortodoks, keldanî-katolîk, suryanî-katolîk an jî alîgirên Dêra Asûrî ya Rojhilat in. Her wiha alîgirên dînên din jî hene, wek êzdiyatiyê.[95] Hejmareke mezin ya êzîdiyan jî li herêmê heye û ev jî li gorî ku tê gumankirin ser sedî 10an re ye. Lê gelekan jî, ji herêmên xwe koçber kirine. Berê, ev hejmar pir zêde bû. Her wisa, xiristiyanên li herêmê di derûdorê ji sedî 10an de ne. Asûrî, piraniyan, ji dînê Xiristiyanî ne. Lê ku ne pir zêde jî bin, kurdên mesihî jî hene. Herwisa, Kurdên cihû jî berê li wir dijiyan. Heta dema rejima Beesê li wir dijiyan, pişre, hinekan ji wan koçî Îsraêlê kirin û hinekan jî koçî welatên ewropî kirine. Îro, her wisa zêde cihû li herêmê nemane. Lê li çend cihan, hê jî kinîştên wan hene ji bo bergkirinê. Rêveberiya siyasî ya herêmê bi biryar laîk e.[96] Bajarên rêveberiyê
Li Rojava Hesîçe, Reqa, Dêrezor, Heleb wîlayet in, yên din qeza û nehiye ne. Qamişlo qezaya Hesîçeyê ye, Qamişlo wekî navend û paytextê Kurdên Rojavayê Kurdistanê tê pejirandin. Li navenda Qamişlo nêzî 150.000 kes dijîn.[çavkanî hewce ye] Li bajarên Sûriyê, li Heleb, Hims, Şamê, Hema, Dera, Laziqiye û Tertûs jî gelek taxên kurdan hene.[çavkanî hewce ye] Di nava bajarên Rojavaya Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî ve Serêkaniyê, Efrîn, Kobanî, Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrezor, Heleb, Minbic, Ezaz, Babê û Kaniya Dil ji bajarên mezin in. Bajarê Serêkaniyê, weke bajarekî pirr mezin a. Lê ji ber ku di nava sînorê Tirkiye û Sûrî de hatiye qatkirin û qatek li aliyê Tirkiyeyê ango Bakûrê Kurdistanê û qatek li aliyê Sûrî û ango Rojavayê Kurdistanê maye, êdî biçûk bûye. Lê ji aliyê erdnîgariyê ve weke bajarê mezin ê dîrokî ye. Di dema Mîtaniyan de, Serêkaniyê bi navê ´weşokanî´ herdu bi hevdu ve bûn û paytext bû. Weke bajarê mazin ê lê jiyan û şaristanî pêşketî bû. Di nava bajarê de, berî avakirina komara tirk û ya Sûrî, xeta trenê derbas dibû. Ew xeta trenê, piştre kirine weke sînor. Aliyê xeta trenê ê li aliyê Sûrî û ango li aliyê Rojavayê Kurdistanê li wî alî maye û aliyê li vî xeta trenê jî di nava sînorên Tirkiyeyê ango li Bakûrê Kurdistanê maye. Bajarên Rojavayê Kurdistanê, ên weke Amûdê, Efrînê, Qamişlo, Serêkaniyê, Hesekê, Tirpesipiyê, Girê Sipî, Tilkoçer û hwd, çend ji wan bajarên mezin in ku nifûsên wan pir in. Tilkoçer, dikeve sînorê Îraqê de. Deriyê li Îraqê, yek jê ji Tilkoçerê vedibe. Polîs û asayîş
Polîsên li herêmê ji aliyê hêzên çekdar ên Asayîşê ve tên meşandin. Asayîş di 25ê tîrmeha 2013ê de ji bo valahiya ewlehiyê tije bike hat avakirin, dema ku hêzên ewlekariya sûrî ji herêmê vekişiyan. Li gorî Destûra Bingehîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, erka polîsan erka herêman e. Hêzên Asayîşê yên herêman ji 26 buroyên fermî pêk tên, ku armanca wan ewlekarî û çareseriya pirsgirêkên civakî ye. Şeş yekîneyên sereke yên Asayîşê hene bi navên Rêveberiya Xalên Kontrolê, Hêzên Antî-Terorê (HAT), Rêveberiya Îstixbaratê, Rêveberiya Sûcên Organîze, Rêveberiya Trafîkê û Rêveberiya Xezîneyê ne. 218 navendên Asayîşê hatine avakirin, û di her nuqteyeke kontrolê de 385 nuqteyên kontrolê hene, her yek bi 10 endamên Asayîşê tê de. 105 ofîsên Asayîşê li eniyên şer ên li Bakurê Sûriyê li dijî DAIŞê ewlekariyê diparêzin. Li bajarên mezin midûriyetên giştî hene, ku ji hemî aliyên ewlehiyê berpirsiyar in, tevî kontrolên rê. Her herêmek xwedî fermandariyeke HATê ye, û her navendek Asayîşê bi awayekî xweser xwe birêve dibe.[97] Li seranserê herêmê, Hêzên Parastina Sivîl (HPS)[98] û Hêzên Xweparastinê (HXP)[99] yên şaredariyê xizmeta asayîşa herêmî dikin. Li herêma Cizîrê jî Asayîş ji aliyê polîsên suryanî yên Sutoro ve tê temamkirin: Ew li her devera ku nifûsa suryaniyan lê heye, peyda ne û bi hevkariya yekîneyên din ên Asayîşê ewlekarî û çareseriya pirsgirêkên civakî dide.[269] Pasewanên Xabûr û Nattore, her çend ne yekîneyên polîs in jî, li deverê hene, û ewlehiya bajarên li ser çemê Xabûr peyda dikin. Hêzên Parastina Jinê ya Bethnahrînê jî şaxeke polîsan diparêze. Li herêmên Reqayê, ku ji çeteyên DAIŞê hatin rizgarkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê weke hêzên polîs tevdigerin. Li Dêrezorê jî yekîneyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn heye. Mîlisên li herêmêHêza leşkerî ya sereke ya herêmê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, hevbendiyek ji komên serhildêr ên Sûriyê ku di sala 2015an de hate avakirin. HSD ji aliyê piraniya kurdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tê birêvebirin. YPG piştî pevçûnên Qamişlo yên sala 2004ê ji aliyê PYDê ve hate damezrandin, û di destpêkê de di şerê navxweyî yê Sûriyê de çalak bû.[100] Her wiha Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MLS) jî heye, ku milîsek suryanî ye û girêdayî Partiya Yekîtiya Suryaniyan e. Di nava hevpeymaniyê de komên Artêşa Azad a Sûriyê jî hene, wek Ceyş El-Siwar û Lîwaya Bakur a Demokratîk, milîsên eşîran ên mîna Hêzên Ereb ên El-Senadîd û meclîsên leşkerî yên şaredariyan li herêma Şahba, mîna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya El-Bab an Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê.[101] Hêzên Erka Xweparastinê (HXP) mîlîseke parastina xakê ye û li herêmê tekane hêza leşkerî ya mecbûrî ye. Têkîliyên siyasîTêkîliyên bi hikûmeta Bees a Sûriyê reHikûmeta Sûriyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas nekir, ji ber ku rêveberiya Sûriyê navendîparêz bû. Rêveberiya xweser tim û tim daxwaza federalkirina Sûriyê dike. Di piraniya şerê navxweyî yê Sûriyê de, di navbera artêşa Sûriyê û HSDê de peymaneke nelirêtiyê hebû. Carinan rûbirûbûn û hin hevkarî li dijî komên îslamî çêdibûn, bi taybetî li dijî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ku Tirkiyê piştevaniya wê dike. Herdu alî ji sala 2019an ve di bin çavdêriya Rûsyayê de bi awayekî leşkerî hevkariyê dikirin: Hêzên Sûriye û Rûsyayê li ser sînorê Tirkiyeyê bi cih bûbûn, da ku pêşî li pêşketinên din bigirin. Lê danûstandinên siyasî di nava rejîma Bees û rêveberiya xweser ti car pêk nehat. Ji derveyî her du deverên xwe yên ewlehiyê li Qamişlo û Hesekê, ti desthilat û dezgehên hikûmeta Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çênebûn. Rêveberiya xweser rê neda hikûmeta Sûriyê, ku li herêmên di bin kontrola wê de hilbijartinan pêk bîne. Têkîliyên bi hikûmeta demkî ya Sûriyê reBi hilweşîna rejîma Bees re, Sûriyê dest bi pêvajoyeke nû kir û rêveberiya xweser hewl dide bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re bikeve nava diyalogê û di demeke nêzîk de dixwaze bi şandekê beşdarî danûstandinên li Şamê bibe. Li gorî rêveberiya xweser pêwîst e dawî li siyaseta cudakariyê bê anîn û berjewendiyên hevpar ên netewî di ser her tiştî re bê danîn. Divê hemû aliyên Sûriyê di pêvajoya veguhêz de cihê xwe bigirin û ji bo avakirina Sûriyeyeke nû bi hev re tevbigerin. Rêveberiya xweser lewma dixwaze berpirsyariya xwe ya li hember tevahiya gelê Sûriyê raxe ber çavan û ji bo avakirina bingeheke demokratîk daxuyaniyeke diyaloga bi her aliyên Sûriyê belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Têkîliyên navneteweyîTêkiliyên rêveberiya xweser yên nêzîk bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re hene, ku di şerê li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de piştgirî da yekîneyên wê yên leşkerî, bi taybetî YPGê.[105] Vê hevkariyê rêveberiya Kurd li bakurê Sûriyê di asta navneteweyî de binavûdeng kir û bû sedema piştgiriya ji dewletên rojavayî, bi taybetî di warê alîkariyên mirovî û ji nû ve avakirinê de. Tevî vê piştgirîyê jî, di asta navneteweyî de naskirina rêveberiya xweser bi sînor e, ji ber ku Tirkiye PYDê terorîst dihesibîne, ev jî têkiliyên rêveberiya xweser bi dewletên rojavayî re aloz dike. Kurdên li bakurê Sûriyê jî bi aliyên din ên herêmê re, di nav wan de Rûsya û rejîma Esed, peywendiyên dîplomatîk dixwestin. Rêveberiya xweser gelek caran daxwaza diyaloga siyasî bi Şamê re kiriye ji bo bidestxistina otonomiyê di nava dewleta Sûriyê de, lê van danûstandinan ji ber armancên siyasî yên ne diyar û berxwedana Şamê encam nedaye. Rûsya ku weke hevalbenda rejîma Sûriyê tevdigere, dixwest weke navbeynkar tevbigere, lê piştgiriya Moskowê ji rêveberiya xweser re nezelal bû û li gorî rewşa jeopolîtîk guherî.[106] Çîn û Ewropa jî derbarê rêveberiya xweser de dudil in. Çîn di serî de li ser berjewendiyên aborî dimîne. Hin welatên Ewropî, di nav de Fransa, alîkariya mirovî dişînin herêmê û piştgiriya siyasî dikin ji bo çareseriya federalî li Sûriyê.[107] Lêbelê, naskirina navneteweyî û piştgirî ji rêveberiya xweser re sînordar dimîne. Têkîliyên bi hikûmeta herêma Kurdistanê rePeywendiyên herêmê digel hikûmeta herêma Kurdistanê li Îraqê aloz e û bi pêşketinên siyasî û jeopolîtîk ve girêdayî ye. Her çend her du herêm ji aliyê kurdan ve bên birêvebirin jî, di aliyê siyasî de cudahiyên girîng hene.[108] Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendiyeke nêzîk bi Bexdayê re heye û di nava Iraqê de hinek serxwebûnê dixwaze, û rêveberiya xweser li bakurê Sûriyê di bin serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û rêxistinên wê de kar dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re siyaseteke pragmatîk a hevkariyê dimeşîne, ku ev yek berovajî pêwendiya PYDê û hikûmeta Tirkiyê ye. Di van salên dawîn de hewildanên başkirina peywendiyan her du herêman hene, ji ber ku her du tevgerên kurd otonomî û xweseriya kurdan dikin armanc. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de hewl da ku di navbera Tirkiye û rêveberiya xweser de rola navbeynkariyê bilîze. Lê dîsa jî alozî berdewam in, ji ber ku Tirkiye piştgirîya leşkerî û siyasî dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û di heman demê de PYD û YPG, hêzên sereke yên leşkerî li bakurê Sûriyê, wek rêxistinên terorîst dihesibîne.[109] Hikûmeta Herêma Kurdistanê carinan alîkariyên mirovî şande deverên di bin kontrola rêveberiya xweser de.[110] Herdu alî li herêmên kurdî yên Rojhilata Navîn aramiyê digerînin, tevî ku berjewendiyên wan ên siyasî û stratejîk carinan li hev nebin. Têkîliyên bi kurdên Tirkiyê reDi nav kurdên Tirkiyê de, sempatiya ji bo kurdên Sûriyê gelek zêde bûye.[111] Di dema dorpêçkirina Kobanî de, hin welatiyên kurd ên Tirkiyê sînor derbas kirin û bi dilxwazî beşdarî parastina bajêr bûn.[112][113] Li gelek bajarên Tirkiyê, Îranê û Iraqê ji bo piştgiriya kurdên li Sûriyeyê mîtîng û çalakî hatin lidarxistin. Siyasetmedarên Kurd gelek caran bal kişandin ser rewşa kurdan li Bakurê Sûriyeyê û bang li hikûmetê kirin ku bikevin nava tevgerê. Têkîliyên bi Tirkiyê reTêkiliya di navbera Tirkiye û kurdên bakurê Sûriyeyê û rêveberiya xweser de bi alozî û nakokiyên siyasî yên dijwar ve girêdayî ye. Tirkiye PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat) û baskê wê yê leşkerî YPG (Yekîneyên Parastina Gel) wek baskekî PKKê dibîne, ku ji salên 1980î ve şerê çekdarî bi Tirkiyê re dike. Ji ber vê sedemê Enqere rêveberiyê ji bo ewlekariya neteweyî weke xeter dibîne û her şêwe xweseriya kurdan li ser sînorê Sûriyê red dike. Bi taybetî serkeftinên HSDê yên leşkerî di şerê li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de û hevkariya wê ya nêzîk bi DYA û hêzên koalîsyona navnetewyî re Tirkîyê nîgeran kir. Tirkiyê gelek caran operasyonên leşkerî li herêma sînorî ya bakurê Sûriyê pêk aniye ji bo lawazkirina HSD û rêveberiya xweser û çêkirina "kevzeke ewlehiyê", da ku hêzên kurdî nikaribin tevbigerin. Ev operasyonên weke Mertalê Firatê (2016), Çiqlê Zeytûnê (2018) û Kaniya Aşitiyê (2019) bi armanca kêmkirina hebûna Kurdan li Bakurê Sûriyê hatine meşandin. Armanceke din jî bicihkirina penaberên ereb li herêmên dagirkirî ye û guhertina demografîk li deverên kurd.[114] Armanceke din a sereke ya Tirkiyê pêşîlêgirtina otonomiya kurdî ye, ku dikare bibe modelek ji bo herêmên kurdî yên li welatê wan. Tirkiye pêşketina rêveberiya xweser wek toveke potansiyel a daxwazên cudaxwaziyê di nava gelê xwe yê kurd de dibîne. Ev yek dibe sedema siyaseteke derve ya êrîşkar, ku armanca wê îzolekirina hêzên kurdî li Sûriyê ye. JI bo ku bigihêje vê encamê, alikarî dide hêzên îslamîst, da ku êrîşî herêmên rêveberiyê bikin, an jî êrîşên hewayî pêk tîne ji bo wêrankirina binesaziya herêmê.[115][116] Partiyên kurdî
Mijarên têkildar
Çavkanî
Girêdanên derveWeblink
Information related to Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê |
Portal di Ensiklopedia Dunia