Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê
Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê (bi almanî: Sozialdemokratische Partei Österreichs - SPÖ) partiyek polîtîk a Awistriyayê ye. Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê ku heta sala 1934a navê wê "Partiya Sosyaldemokrat a Karkeran" (Sozialdemokratische Arbeiterpartei - SDAP) û ji sala 1945 heta 1991 navê wê "Partiya Sosyalîst a Awistiryayê" (Sozialistische Partei Österreichs) bû, yek ji kevintirîn partiyên Awistriyayê ye û yek ji du partiyên mezin ên vî welatî ye. Ji sala 1945 heta niha 12 ji 25 serokên hikûmetên Awistriyayê ji Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê bûn. Niha serokkomar, serokê hikûmetê (ji 11ê kanûna paşîn 2007) , seroka parlemanê (Nationalratspräsidentin) û çar ji neh parêzgarên welêt (Wien, Burgenland, Salzburg û Steiermark) ji vê partiyê ne.
Information related to Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê |
Portal di Ensiklopedia Dunia